NÛÇEYÊN KURDÎ

TMMOB JI KONBAJARÊN LI BER DÎCLEYÊ HATINE AVA KIRIN RE ÎTÎRAZ KIR

Lijneya Koordînasyona Bajêr (ÎKK) a Yekîtîya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) ya Amedê, derbarê konbajarê ku ji bo mexdûrên erdhejê li ber Çemê Dîcle hatîye ava kirin, civîneke çapemenîyê li dar xist.

Endamê Lijneya Rêveberîya Odeya Endezyarên Jeolojîyê ya TMMOB'ê Ozgur Haktan Bozan ku li ser navê Kordînasyona Bajêr daxuyanîya çapemenîyê xwend û dîyar kir ku piştê ku hewa germ bibe, herêma ku kon lê hatîye vedan wê bibe sedema pirsgirêkên cidî yên wek bêhnê, peydabûna nexweşîyên epîdemîk û belavbûna nexweşîyên şewbê. Bozan di berdewama axavtina xwe de wiha dîyar kir, “Ji bo çareserîyeke mayînde divê tavilê bê piştrastkirin ku ji bo afetzedeyan di nava bajêr de û li nêzî sazî û rêxistinên tenduristîyê li di xanîyên daîmî de bên bicîh kirin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.