NÛÇEYÊN KURDÎ

TOKÎ, LI AMEDÊ GELEK OTÊL, KARGEH Û XANÎ DIFROŞE

Li Sûr'a dîrokî ya Amedê 3 otel, 12 kargeh û 53 xanî ji alîyê TOKÎ ve bi rêya mezadê tê firotin.

TOKÎ, LI AMEDÊ GELEK OTÊL, KARGEH Û XANÎ DIFROŞE

Li nav Sûr a dîrokî ya Amedê gelek otêl, kargeh û xanî ji alîyê Wezareta Hawîrdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ve tê firotin.

 

Îdareya Xizmet û Bazirganîyê ya Îdareya Xanî (TOKÎ) ragihand ku li Taxa Alî Paşa ya navçeya Sûrê ya Amedê 3 otêl, 12 kargeh û 53 xanî wê bên firotin.

Di nav avahîyên ên ku bi mezadê ji bo firotina giştî hatine lîstekirin de, bihayê otêla 915 çarmetir wek 24 mîlyon TL, ji bo otêla bi 274 çarmetir 33 mîlyon 100 hezar TL û ji bo otêla bi 608 çarmetir re jî 16 milyon 400 hezar TL hate dîyarkirin. Bihayên xanîyan jî ji 1 milyon û 100 hezar lîreyê heta 7 milyon û 580 hezar lîreyê hatin dîyarkirin.

13ê Mijdarê wek roja dawî ya qeyda mezadê hat dîyarkirin û wê 14ê Mijdarê li oteleke Enqereyê û Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç a Amedê saet 10:30an de mezad bê lidarxistin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.