NÛÇEYÊN KURDÎ

TRAKTOR QELIBÎ, AJOKAR JÎYANA XWE JI DEST DA

Ajokarê traktora ku ji kontrolê derket û wergerîya jîyana xwe ji dest da.

TRAKTOR QELIBÎ, AJOKAR JÎYANA XWE JI DEST DA

Qeza li gundê Kayapinarê navçeya Musabeylî ya Kilîsê pêk hat.

 

Traktora ku Halîl Elcan (75) diajot ji ber ku kontrola dîreksiyonê winda kir qelibî û gêrê kêlaka rê bû. Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristîyê û cendirme sewqê herêmê hat kirin.

Ajokar Halîl Elcan tevê midaxeleyên ewil ên ekîban nehat xilaskirin û jîyana xwe ji dest da. Cenazeyê Elcan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Prof. Dr. Alaaddîn Yavaşca. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.