NÛÇEYÊN KURDÎ

“TU DANEYÊN ZANISTÎ TUNE YE KU DIVE LI HATAYÊ WÊ NEXWEŞÎ ÇÊBIBE”

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca dîyar kir ku li Hatayê bikaranîna ava vexwarinê ya şebekeyê xeternak e.

“TU DANEYÊN ZANISTÎ TUNE YE KU DIVE LI HATAYÊ WÊ NEXWEŞÎ ÇÊBIBE”

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca dîyar kir ku li Hatayê bikaranîna ava vexwarinê ya şebekeyê xeternak e.

Wezîr Koca li Hatayê daxuyanî da û wiha got, “Ez careke din tekez dikim ku li Hatayê ji bo vexwarinê bikaranîna ava şebekeyê xeternak e. Sedema van analîzan jî ew e ku her çend rewş normal xuya bike jî, piştê erdhejan ava şebekeyê xeternak e. Tenê ji bo paqijîya giştî dikare were bikar anîn. Tu daneyên zanistî tune ye ku divê bibe sedema nexweşîyeke şewbî.” Wezîr Koca derbarê bûyerên li nexweşxaneya taybet a Antakyayê qewimîne de wiha axivî; “Îdiayên derbarê nexweşxaneyeke taybet a li Antakyayê de xemgînîya me hîn zêdetir kir. Me lêkolînên pêwîst da destpêkirin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.