NÛÇEYÊN KURDÎ

TUNDÎYA LI DIJÎ XWEPÊŞANDERAN ÊN LI ÎRANÊ Û ROJHILAT WÊ KENY’Ê

Amerîka wê di hefteya bê de serî li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bide û helwesta tund a rêveberiya Rojhilatê Kurdistanê (Rojhilat) û rêveberiya Îranê ya li hemberî xwepêşandaran şermezar bike û li ser binpêkirina mafên mirovan ên rêxistinên serbixwe lêkolînan bike.

Hate diyarkirin ku di civîna roja Çarşemê ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve tê lidarxistin de, bikaranîna hêza zêde ya li dijî xwepêşandaran, çarenûsa parêzvanên mafên mirovan ên ji aliyê rejîma Îranê ve hatine revandin û rewşa çalakvanên ku dema li derveyî welat dijîn rastî gefan hatine tê nirxandin.

Herwiha hat gotin ku wê li ser zêdebûna tundiya li dijî xwepêşanderan lêkolîneke serbixwe were kirin. Ji aliyê din ve hat destnîşankirin ku wê di civînê de Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Cewaid Rehman jî derbarê xwepêşandanên li bajarên Rojhilat û Îranê de agahiyan bide.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.