NÛÇEYÊN KURDÎ

TURK-ÎŞ: SÎNORA BIRÇÎBÛNÊ BÛYE 6 HEZAR Û 391 TL

Turk-Îş encamên lêkolîna birçîbûn û xizanîyê ya Hezîrana 2022’an eşkere kir.

TURK-ÎŞ: SÎNORA BIRÇÎBÛNÊ BÛYE 6 HEZAR Û 391 TL

Turk-Îş encamên lêkolîna birçîbûn û xizanîyê ya Hezîrana 2022’an eşkere kir. Li gor daneyên Turk-Îş'ê, lêçûna xwarinê ya malbateke 4 kesê ya mehane, bûye 6 hezar û 391,17 TL. Tevahîya lêçûnên xurek û lêçûnên mehane yên mecbûrî wek cil, xanî (kirê, ceyran, av, neft), çûnûhatin, perwerde, tenduristî û hewcedarîyên bi vî renge, bû 20 hezar û 818,14 TL. Lêçûna jîyanê ya kesê ku ezeb û bi tenê be jî bû 8 hezar û 313,12 TL. Li gor raporê di meha Hezîranê de, enflasyona xwarinê ji sedî 117 hat ragihandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.