NÛÇEYÊN KURDÎ

TURKOGLU, JI WEZÎR OZDEMÎR QETILKIRINA JINA PIRSÎ

Derbarê qetilkirina jinan ên meha Mijdarê de, pirsname pêşkeşê Meclîsê hat kirin.

TURKOGLU, JI WEZÎR OZDEMÎR QETILKIRINA JINA PIRSÎ

Derbarê qetilkirina jinan ên meha Mijdarê de, pirsname pêşkeşê Meclîsê hat kirin.

Parlamentera HEDEP'ê ya Amedê Halîde Turkoglu di pirsa xwe ya Meclîsê de xwest ku Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînur Ozdemîr Goktaş bersivê bide û wiha got, "Di çarçoveya raporên komeleyên jinan de di meha Mijdarê de 24 jê bi guman 33 jin hatin qetilkirin.

" Turkoglu di pisnameya xwe de wiha pirsî, “Hûn dizanin di meha Mijdarê de 33 jin ji alîyê mêran ve hatine qetilkirin? Haya we jê heye ku 9 jin ji ber ku telaq nedane hatine qetilkirin? Haya we jê heye ku di meha Mijdarê de 14 jin di malên xwe de hatin qetilkirin? Haya we jê heye ku ji sedî 71ê jinan bi çekan tên qetilkirin?

Haya we jê heye ku 4 jin ji ber ku xwestine hev berdin hatine qetilkirin? Çima 33 jinên hatin qetilkirin nehatin parastin? Di derbarê çend kesên ku 33 jin qetil kirin de biryara tedbîrê heye? Tevê ku biryara parastinê ji bo wan hatîye dayîn çend jin ji ber ku nikarin bên parastin hatin qetilkirin? Gelo kuştinên jinan ên ku tenê di dema wezîrtîya we de pêk hatin wê bi raya giştî re bên parvekirin?"

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.