NÛÇEYÊN KURDÎ

TUTŞÎ: EM DI NAV 30 ŞAREDARÎYAN DE AVA HERÎ ERZAN DIDIN

Hat gotin ku ava vexwarinê ya ku li Amedê tê bikaranîn li Tirkîyeyê yek ji yên herî erzan e.

TUTŞÎ: EM DI NAV 30 ŞAREDARÎYAN DE AVA HERÎ ERZAN DIDIN

Hat gotin ku ava vexwarinê ya ku li Amedê tê bikaranîn li Tirkîyeyê yek ji yên herî erzan e.

Midûrê Giştî yê Îdareya Av û Kanalîzasyonê ya Amedê (DÎSKÎ) Firat Tutşî ragihand ku di nav 30 şaredarîyên bajarê mezin de Amed ava herî erzan dixwe.

Midûrê Giştî yê DÎSKÎyê Firat Tutşî di kanaleke televîzyonê de axivî û got; “Em ava xwe ji Bendava Dîcleyê digirin. Piştê paqijkirina wê em didin bajêr. Dirûşma me ya li Amedê 'av ji kanîyê tê vexwarin' e, dema ku em kanîyê xwe vedikin, ava me ya pir xweş û bi kalîte bidilekê rehet vedixwun.

Em di nav 30 şaredarîyên mezin de ava herî erzan didin. Niha metrekupa ava me 10,14 TL ye. Ev biha heta 15 metrekup e. Piştê 15 metrekup, weke hemû şaredarîyan biha diguhere. Armanca me li vir ew e ku em kêm avê bikar bînin û teserûfê teşwîq bikin. Her wiha em hewl didin ku bi têkoşîna li hember windahî û dizîyê teserûfê pêk bînin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.