NÛÇEYÊN KURDÎ

UNICEF: LI GAZE’YÊ JÎYANA 1,1 MILYON ZAROK DI BIN XETEREYÊ DE YE

Ji ber kêmasîya xarina û jîyana ewle li Gazeyê 1,1 milyon zarok di bin xetereya nexweşî û mirinê de ye.

UNICEF: LI GAZE’YÊ JÎYANA 1,1 MILYON ZAROK DI BIN XETEREYÊ DE YE

Fona Alîkarîya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku "çerxa mirinê" ya ku ji ber zêdebûna pevçûn, kêmxwarinî û nexweşîyên li Gazeyê 1,1 milyon zarok tehdîd dike.

 

UNICEF derbarê geşedanên li Gazeyê de daxuyanîyeke nivîskî da û dîyar kir ku di nava hefteyekê de amel di zarokan de ji sedî 50 zêde bûye û ji sedî 90'ê zarokên ji 2 salî biçûktir bi kêmasîya xwarinê re rû bi rû ne.

 

Di daxuyanîyê de ku ji bo vegerandina dabînkirina bazirganîyê hat xwestin, hat destnîşankirin ku divê bi lezgîn agirbesteke mirovî bê avakirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.