AMED

UNICEF: TEQÎN SEDEMA MIRIN Û BIRÎNDARBÛNA ZAROKAN E

Fona Alîkarîya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku di navbera salên 2018-2022'an de ji sedî 49,8 mirin û birîndarbûna zarokan ji ber teqemenîyan pêk hatîye.

UNICEFê derbarê mijarê de daxuyanîyeke nivîskî da. Di daxuyanîyê de hat diyarkirin ku bikaranîna teqemenîyan li cîhên qelebalix bi taybetî ji bo zarokan metirsîyeke mezin e û hat destnîşankirin ku her ku diçe şerên bajaran zêde dibin, çekên ku ji bo enîya şer a vekirî hatine çêkirin li bajar û bajarokan dest pê kirine û tên bikaranîn.

Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku di navbera salên 2018 û 2022an de 47 hezar û 500 zarok mirine yan jî birîndar bûne û ji sedî 49,8ê wan ji ber teqemenîyan e.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku di vê heyamê de ji ber teqemenîyan du qat zêdetir zarok ji çek û guleyan mirin an jî birîndar bûn û hat destnîşankirin ku divê civaka navneteweyî ji bo parastina sivîlan gavên berbiçav bavêje.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.