NÛÇEYÊN KURDÎ

WÊ 20 HEZAR MAMOSTEYÊN NÛ BÊ TAYÎNKIRIN

Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) ji bo tayînkirina 20 hezar mamosteyên nû ya ji bo îsal, xebatên xwe didomîne.

WÊ 20 HEZAR MAMOSTEYÊN NÛ BÊ TAYÎNKIRIN

Wezareta Perwerdeya Neteweyî (MEB) ji bo tayînkirina 20 hezar mamosteyên nû ya ji bo îsal, xebatên xwe didomîne. Tê bendêkirin ku di destpêka sala perwerdeyê ya 2022-2023an de, 20 hezar mamosteyên nû bên tayînkirin. Li gor salnameya wezaretê, sala nû ya perwerdeyê wê di 12’ê Îlonê de dest pê bike. Tê plankirin ku 20 hezar mamosteyên nû yên ku bên tayînkirin, di sala nû ya perwerdeyê de dest bi peywira xwe bikin. Wezareta Perwerdehiya Neteweyî daxuyand ku ew ê di demeke nêz de, di derbarê tayînkirina mamosteyan de, agahîyên salnameyê eşkere bikin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.