NÛÇEYÊN KURDÎ

WÊ GASTRONOMÎ Û ÇANDA AMEDÊ LI STENBOLÊ WERE DANASÎN

Di 3-6'ê Mijdarê wê gastronomî û çanda Amedê de li Stenbolê bê danasînê.

WÊ GASTRONOMÎ Û ÇANDA AMEDÊ LI STENBOLÊ WERE DANASÎN

Di 3-6'ê Mijdarê wê gastronomî û çanda Amedê de li Stenbolê bê danasînê. Serokê Federasyona Komeleyên Diyarbekirê (DIYARDEF) Îbrahîm Yalçintepe li navçeya Sûrê di civîna çapemeniyê de diyar kir ku li gor daxwazên Amedîyên li Stenbolê dijîn, biryar dane ku li Stenbolê rojên danasînê li dar bixin. Yalçintepe, diyar kir ku ew ê wek federasyon bi beşdariya komeleyên girêdayî wê, li Stenbolê cara ewil roja danasînê li dar bixin û wiha got: “Em ê Ameda xwe li Yenîkapiya Stenbolê bi gelê xwe re bînin cem hev. Em ê cara ewil li Meydana Yenîkapiyê bedewî, gastronomî û çanda bajarê pîroz Amedê bidin danasîn. Yalçintepe diyar kir ku rojên danasînê dê di navbera 3-6ê Mijdarê de bên lidarxistin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.