WÊ ÎŞEV DÎSA ZEM LI BENZÎN Û MOTORÎNÊ BÊ KIRIN
Digel ku di petrolê de erzanî çêdibe jî, ev du hefteye şîrîketên neftê erzanîyê di pompeyan de nade sepandin, lê belê çi dema ku bihayê neftê zêde dibe zem li ser zemê dikin. Do êvarê zema ku hat kirin, hê ku ji ser re 24 saet derbas nebûbû hat destnîşan kirin ku wê zemek hê mezintir bê kirin. 6ê Cotmehê ji roja pêncşemê û pê de li gor zema nû benzîn 74 quruş, motorîn jî bi qasê lireyek û 39 quruşan zem tê ser bihayê neftê. Li gor bihayê nûjen li Amedê lîtreya motorînê niha li dora 24 lîre 84 quruş, ya benzînê jî bi 20 lîre û 45 quruşan tê firotin.