NÛÇEYÊN KURDÎ

WEKÎLÊ CHPÊ TANRIKÛLÛ PIŞTGIRÎ DA GREVA KARKERÊN DEDAŞÊ

Parlamenterê CHP'ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû, bi daxuyanîyekê piştgrî da xebatkarên DEDAŞ'ê yê ku bi çalakîya hemwext li Amedê û 6 bajarên din dest bi grevê kirine.

Tanrikûlû, di vîdeoya ku li ser hesabê xwe yê medya civakî weşand de wiha got, “Karmendên DEDAŞ'ê di bin mobbîngeke mezin de ne. Mobbing ji bo kesên li navendê dixebitin û li qadê dixebitin tê kirin.

Mixabin keda wan tê îstîsmarkirin. Dest bi berxwedaneke pasîf kirine. Em li cem Xebatkarên DEDAŞ'ê ne. Em li dijî îstîsmara kedê û mobîngê ne. Em ê bi hev re bin û li cem wan bin. Ez bang li rayedarên DEDAŞ'ê dikim; Dest ji îstîsmara kedê berdin! Ji bo kesên li wir dixebitin mobîngê nekin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.