NÛÇEYÊN KURDÎ

WELATÎYÊN 65 SAL MEZINTIR WÊ NAVBERA 1-4’Ê MEHÊ BÊ PERE BÊN VEGUHESTIN

Nîqaşa li ser veguhastina bêpere ya ku di Otobusên Gel ên Taybet de ji welatîyên ji 65 salî mezintir re wek mafek bû, li Amedê jî didome.

Serokê Komeleya Hemî Otobusên Giştî yên Taybet (TOHOB) Ercan Soydaş, dîyar kir ku li Tirkîyeyê otobusên giştî yên taybet biryar dane ku di navbera 1 û 4ê mehê de welatîyên ji 65 salî mezintir bêpere bên veguhestin.

Serokê Kooperatîfa Otobusên Gel a Taybet a Amedê Fesîh Kaya jî dîyar kir ku li gelek bajaran şaredarî destekê didin Otobusên Taybet, lê got ku heta niha tu destek ji Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê nehatîye.

Kaya dîyar kir ku bi Şaredarîya Bajarê Mezin re hevdîtinan dikin û anî ziman ku ger destekê werbigirin wê biryara TOHOB'ê ya li tevahîya welat girtîye li Amedê neyê tetbîqkirin. Lê belê şaredarî destekê nede, biryara ku li tevahîya welat girtine wê li Amedê jî bê pêkanîn.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.