NÛÇEYÊN KURDÎ

WEQFA DÎYANETÊ 4 MÎLYAR TL KOM KÎR Û DAHATA XWE JI SEDÎ 93 ZÊDE KIR

Dahata Weqfa Dîyanetê ya Tirkîyeyê (TDV) ku Dîwana Çavdêrîya Darayî wê kontrol nake, 4 mîlyar lîre pere kom kir û dahata xwe ji sedî 93ê zêde kir.

Daxuyanîya dahat û lêçûnên TDV'ê ya sala 2022'an di çapemenîyê de hat belav kirin.

Dahata TDVyê ya sala 2022an wek 4 mîlyar û 68 mîlyon û 358 hezar û 490 lîre hat tomarkirin.

Mesrefa weqfê ya sala 2022an wek 3 mîlyar û 159 mîlyon û 729 hezar û 52 lîre hat hesabkirin.

Hat zanîn ku ji 4 milyar lîre dahata TDV’ê 3 milyar û 161 milyon û 966 hezar lîre ji bexşan û alîkarîyan hatîye komkirin.

Her wiha hat zanîn ku weqfê di bin navê “Dahatên Fînansî” de 165 milyon û 446 hezar lîre, di bin navê “Dahatên Din” de jî 740 milyon û 98 hezar lîre pere kom kirîye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.