NÛÇEYÊN KURDÎ

WERZÎŞVANÊ NETEWEYÎ YÊ AMEDÎ ZÎLAN XELATA ZÊR VERGIRT

Werzîşvanê Neteweyî yê Amedî Hasan Zîlan di Tûrnûvaya Kik Boksê ya Ewropayê ya WAKOyê ya ku li Antalyayê hat lidarxistin da bû yekemîn.

WERZÎŞVANÊ NETEWEYÎ YÊ AMEDÎ ZÎLAN XELATA ZÊR VERGIRT

Werzîşvanê Neteweyî yê Amedî Hasan Zîlan di Tûrnûvaya Kik Boksê ya Ewropayê ya WAKOyê ya ku li Antalyayê hat lidarxistin da bû yekemîn.  Zîlan ku li kursên werzîşê yên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê hîndekar e, di şampiyonîya ku ji 39 welatan 976 werzîşkar beşdar bûn de, di beşa 54 kîloyê ya Şaxa K1 ya Mêrên Mezin de wek Şampîyona Ewropayê madalyaya zêr qezenc kir. Zîlan anî ziman ku ew bi kedeke mezin hatîye vê rojê û bavê wî berê antre norîtîya tîma neteweyî kirîye û bi vî awayî ew û birayên wî kickboksê hîn bûne. Zîlan dîyar kir ku bi xebata di bin şert û mercên zehmet de vî serkeftinên bi dest xistîye û wiha got: “Em li kolanên sûrên bajêr, li binê sûran, li parkan dixebitîn. Em bi perwerdeyê hatin vir. Me dev jê berneda. Ez gelekî kêfxweş û serbilind im ku bi awayekî herî baş nûnertîya welat û bajarê xwe dikim.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.