NÛÇEYÊN KURDÎ

WEZÎR DONMEZ BERSIVA PIRSA TOSÛNÊ DA: XISAR LI AVÊ NAYÊ

Parlamentera Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remzîye Tosûn, derbarê îdîayên ku li Amedê bi hezaran bîrên gaza şêlî hatine kolandin û wê zirarê bidin avê, pirs ji Wezîrê Enerjî û Çavkanîyên Siruştî Fatîh Donmez kir.

WEZÎR DONMEZ BERSIVA PIRSA TOSÛNÊ DA: XISAR LI AVÊ NAYÊ

Parlamentera Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remzîye Tosûn, derbarê îdîayên ku li Amedê bi hezaran bîrên gaza şêlî hatine kolandin û wê zirarê bidin avê, pirs ji Wezîrê Enerjî û Çavkanîyên Siruştî Fatîh Donmez kir. Wezîr Donmez bersiva pirsa Tosun da û diyar kir ku li Amedê ji bo lêgerîna gaza şêlî di 5 bîran de xebat hatine kirin û ji bo tespîtkirina potansîyela herêmê xebatên lêgerînê dewam dikin. Wezîr Donmez diyar kir ku xebat di çarçoveya destûrên fermî de hatine kirin û wiha got: "Ji bo ku bandorên van xebatên navborî yên li ser av, ax, kalîteya hewayê û cihêrengiya jîngehê bi berfirehî bên lêkolînkirin, xebatên Nirxandina Bandora Hawirdorê hatin kirin. Bandorên muhtemel ên xebatan bi berfirehî hatine lêkolîn kirin û ti bandorek neyînî li ser jîngehê nebûye.  Wezîr Donmez li ser îdiayên ku dibêjin bi hezaran bîrên gaza şêlî wê avên binerdê jehrê bikin, red kir û wiha got: "Bi armanca diyarkirina potansîyela hilberandina çavkanîyên neft û xaza siruştî 2 bîr tên plankirin. Pêdivîya avê ya ji bo xebatên bernamekirî yên girêdayê wê bi hêsanî were temîn kirin. Ji çavkaniyên heyî yên di çarçoveya plansazîyê de, û bi van operasyonan wê tu bandorek neyînî li avên bin erdê neke.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.