NÛÇEYÊN KURDÎ

WEZÎR FÎDAN DERBARÊ “HEVPEYMANA GENIM” DE DAXUYANÎ DA

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan, piştê hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve yê Venezuelayê Yvan Gil ê ku hatibû Tirkîyeyê, li Nûnertîya Stenbolê ya Wezareta Karên Derve di civîna çapemenîyê ya hevpar da axivî.

Wezîr Fîdan derbarê korîdora genim de got, "Em dixwazin Rûsya vegere ser maseyê." Fîdan di berdewamîya axaftina xwe de jî wiha got, “Daxuyanîya Rûsyayê heye.

Me di hevdîtina xwe ya bi Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re jî li hev kir. Çend sedemên berfireh ketine destê me ku çima alîyê rûsî ji vê peymanê vekişîyaye û dirêj nekirîye.

Em li ser van dixebitin. Em di wê bawerîyê de ne ku divê Rûsya were ser maseyê. Çareserîyên ji bilî vê bi îhtîmaleke mezin ewlehîyê dixin xeterê. Hêvîdarim di demeke kin de ev krîz çareser bibe, bi rêkeftina genim 33 milyon ton genim gihişt bazarên cîhanê.

Ger ev dexl negihêje wan, ewlekarîya xurek a cîhanê dikeve xeterîyeke mezin. Ji bo dîsa were tetbîq kirin, em gelekî dixebitin."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.