NÛÇEYÊN KURDÎ

WEZÎR KÎRÎŞÇÎ DERBARÊ BENDAVÊN HATAYÊ DE DAXUYANÎ DA

Wezîrê Çandinî û Daristanan Vahît Kîrîşçî piştê erdheja 6.4 pile ya ku li navçeya Defne ya Hatayê pêk hat, derbarê bendavên herêmê de daxuyanî da.

WEZÎR KÎRÎŞÇÎ DERBARÊ BENDAVÊN HATAYÊ DE DAXUYANÎ DA

Wezîrê Çandinî û Daristanan Vahît Kîrîşçî piştê erdheja 6.4 pile ya ku li navçeya Defne ya Hatayê pêk hat, derbarê bendavên herêmê de daxuyanî da.

Wezîr Kirişci di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da wiha got: “Piştê du erdhejên li Hatayê çêbûn, ekîbên Midûriyeta Giştî ya Karên Hîdrolîk a Dewletê bendavên me yên li herêmê kontrol dikin. Li gor tespîtên me yên ewil, di bendavên me yên Yarselî û Bûyûk Karaçayê yên Hatayê de rewşeke ku ewlehiya bendavê têxe xetereyê tune ye.” Alîkarê Serokomar Fuat Oktay got jî derbarê heman mijarê de wiha axivî, "Derbarê Bendava Karaçayê de hin agahî hatin parve kirin. Me bendav kontrol kirin. Di encama lêkolînên me yên ewil de ti metirsî tune ye."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.