NÛÇEYÊN KURDÎ

WEZÎRÊ KARÊN DERVE FÎDAN, WÊ BIÇE KURDISTANÊ

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan wê vê hefteyê biçe Herêma Federal a Kurdistanê û hevdîtinên fermî pêk bîne.

WEZÎRÊ KARÊN DERVE FÎDAN, WÊ BIÇE KURDISTANÊ

Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan wê vê hefteyê biçe Herêma Federal a Kurdistanê û hevdîtinên fermî pêk bîne.

Berdevkê Hikûmeta Federal a Kurdistanê Pêşewa Hewramanî, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku Wezîrê karên Derve Hakan Fîdan, wê vê hefteyê serdana Herêma Kurdistanê bike.

Hewramanî dîyar kir ku Fîdan, wê bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re bicive. Tê payîn ku Fîdan di çarçoveya serdana xwe ya roja Çarşemê 23ê Tebaxê de bi Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Kubad Talebanî re bicive.

Di hevdîtinan de hat dîyarkirin ku wê têkilîyên navbera Hewlêr û Enqereyê bên gotûbêjkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.