GÜNDEM

WEZÎR KOCA DERBARÊ ‘STREP A’ DE HIŞYARÎ DA DAYIK Û BAVAN

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca derbarê "beta-hemolîtîk streptokoka a koma A" ya ku di nav civakê de wekî "beta" tê zanîn de daxuyanî da.

WEZÎR KOCA DERBARÊ ‘STREP A’ DE HIŞYARÎ DA DAYIK Û BAVAN

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca derbarê "beta-hemolîtîk streptokoka a koma A" ya ku di nav civakê de wekî "beta" tê zanîn de daxuyanî da.

Wezîr Koca li ser hesabê xwe yê medyaya civakî di parvekirina xwe de wiha got, "Ji meha Îlonê û vir ve li hin welatên Ewropayê bûyerên 'beta-hemolîtîk streptokok' a koma A'yê hatîye dîtin. Her wiha li welatê me jî hejmareke kêm bi vê nexweşîyê ketin. Piranîya enfeksîyonên beta-hemolîtîk streptokok ên koma A enfeksîyonên sivik ên di forma êşa qirikê an enfeksîyonên çerm de ne.”

Koca dîyar kir ku ev nexweşî bi kuxîn û bi bênijîna mirovên nexweş belav dibin, an jî bi dest dayîna rûberên ku mîkrob lê belav bûye çêdibe û ger nîşaneyên wan hebin, divê tavilê serî li servîsa lezgîn bidin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.