NÛÇEYÊN KURDÎ

WEZÎR KOCA: EZ BAWER NAKIM KU MONKEYPOX BIBE SEDEMA PANDEMÎYÊ

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca pirsên di derbarê vîrûsa monkeypoxê de bersivand.

WEZÎR KOCA: EZ BAWER NAKIM KU MONKEYPOX BIBE SEDEMA PANDEMÎYÊ

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca pirsên di derbarê vîrûsa monkeypoxê de bersivand. Wezîr Koca li Meclîsê pirsên endamên çapemenîyê bersivand û di derbarê nexweşîya monkeypox ya ku di demên dawî de li cîhanê tê dîtin de agahî da. Wezîr Koca wiha axivî: "Me li Tirkîyeyê bûyereke monkeypoxê nedîtîye. Dema ku bibe em ê rave bikin." Koca, anî ziman ku divê hemwelatî aciz nebin û wiha berdewam kir: "Em dizanin ku bandora aşîya nexweşîya çîçek ji sedî 80-85 e. Ez bawer nakim ku ev nexweşî bibe sedema pandemîyê."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.