NÛÇEYÊN KURDÎ

WEZÎR TUNÇ DERBARÊ ATALAY Û TORPÎL DE DAXUYANÎ DA

Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç, derbarê biryara Can Atalay a Dadgeha Bilind de wiha axivî, "Biryara dawî ya Dadgeha Bilind heye. Ev biryara dawî jî di rojeva Meclîsê de ye. Em ê bi hev re pêvajoya pêşerojê bibînin.

WEZÎR TUNÇ DERBARÊ ATALAY Û TORPÎL DE DAXUYANÎ DA

 

 Wezîr Tunç li ser îdîayên derbarê Alîkarê Wezîrê Dadê Ramazan Can de bersiv da pirsan û wiha got; “Me jî mijarên ku derbarê Cîgirê Wezîrê me de ji çapemenîyê re hatin ragihandin dît.

Her kes dikare xwe bigihîne me, ji me re e-maîl bişîne an jî peyamek bişîne.Lewma di vê wateyê de yên ku wê van daxwazan hemûyan binirxînin komîsyonên pêwendîdar e. Ji ber vê yekê em îdîayên torpîlê red dikin.

Em daxwazan distînin, komîsyon wan dinirxîne. Ger ew pîvanan pêk neynin, ew daxwaz wê bêne asteng kirin. Pîvana me tenê lîyakat e.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.