NÛÇEYÊN KURDÎ

WEZARETÊ DAXWAZA EŞKEREKIRINA CÎHÊ GORA ŞÊX SEÎD RED KIR

Wezareta Karên Hundir di doza ku ji bo eşkerekirina cihê definkirina Şêx Seîd hatîye vekirin de agahî neda û dokuman parve nekir.

WEZARETÊ DAXWAZA EŞKEREKIRINA CÎHÊ GORA ŞÊX SEÎD RED KIR

Wezareta Karên Hundir di doza ku ji bo eşkerekirina cihê definkirina Şêx Seîd hatîye vekirin de agahî neda û dokuman parve nekir.

Baroya Amedê, Komeleya Çand û Piştevanîyê ya Perwerdehîyê ya Şêx Seîd û nevîyê Şêx Seîd û wasyîyê wî Kasim Firat, ji bo cihê definkirina Şêx Seîdê ku di sala 1925'an de bi 46 hevalên xwe re hatibû îdam kirin bê eşkerekirin, serî li Wezareta Karên Hundir dan.

Di pêvajoya ku di sala 2019an de hatîye destpêkirin de, Wezareta Karên Hundir bersiv neda serlêdanê.

Li ser redkirina înfaza biryara neparvekirina agahîyê ya Wezareta Karên Hundir, heyeta dadgehê ji bo danişîna ewil a doza ku li ser esasê nîqaş dewam dike, ji bo rûniştina ewil 25'ê Nîsanê dîyar kir.

Wezareta Karên Navxweyî ya ku di derbarê daxwaza belge û agahî xwestinê de, dîyar kir ku alîyê bi xusûmet ne em in û daxwaz red kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.