NÛÇEYÊN KURDÎ

WEZARETA ALMANYAYÊ BELGENAMEYA SPASÎYÊ TEQDÎMÊ DTSO’YÊ KIR

Wezîrê Çandinîyê yê Almanyayê Cem Ozdemîr, ji ber hevkarî û projeyên wan ên bi Odeya Pîşesazî û Bazirganîyê ya Amedê (DTSO) re ji bo pêşxistina çandinîyê ya li Amedê, belgenameya spasîyê teqdîm kir.

Belgenameya Spasîyê ya Wezîrê Çandinîyê yê Elmanyayê Cem Ozdemîr, ji alîyê Sefîr û Misteşarê Xurek û Çandinîyê yê Sefaretxaneya Almanyayê yê li Enqereyê Thomas Huber ve pêşkêşê Serokê Lijneya Rêveberîya DTSO Mehmet Kaya hat kirin.

Serokê DTSO Mehmet Kaya, derbarê projeyên ku ji bo zêdekirina hilberîna çandinîyê û hinardekirina xurekan de agahî da. Kaya ji ber hevkarîya Wezareta Çandinîyê ya Elmanyayê ya ku bi DTSO re dikin spasîyên xwe pêşkêş kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.