GÜNDEM

WEZARETA BAZIRGANÎYÊ WÊ 92 CÎGIR ÊN MUFETÎŞ ÎSTÎHDAM BIKIN

Wezareta Bazirganîyê wê 92 cîgir û alîkarên mufetîş yên bazirganîyê werbigire.

WEZARETA BAZIRGANÎYÊ WÊ 92 CÎGIR ÊN MUFETÎŞ ÎSTÎHDAM BIKIN

Wezareta Bazirganîyê wê 92 cîgir û alîkarên mufetîş yên bazirganîyê werbigire.

Daxuyanîya derbarê mijarê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Di teşkîlata çolterî ya Wezaretê de hat ragihandin ku wê bi ezmûna têketinê alîkarê mufetîşê bazirganîyê ji pola karûbarê îdarî ya giştî di pola 8 û 9an de were tayînkirin. Di vê çarçoveyê de 36 endezyarên çandinîyê, 18 endezyarên xwarinê, 16 endezyarên kîmyewî û 9 endezyarên tekstîlê wê bên wezîfedarkirin. Di şaxa perwerdehîya kîmyayê de 7 kes û di beşa perwerdehîya bîyolojîyê de jî wê 6 kes bên xebitandin. Ezmûna têketinê wê bi devkî be. Ji bo Ezmûna devkî wê sê qat namzed bên vexwendin û serlêdanên ezmûnê wê bi rêya sîstema e-dewletê bêne kirin. Dîrok, cîh û saeta îmtîhana devkî ya ku wê li Enqereyê bê kirin jî, wê li ser malpera înternetê ya Wezaretê were eşkerekirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.