NÛÇEYÊN KURDÎ

WEZARETA NAVXWEYÎ DAXWAZA REDKIRINA DOZA ŞÊX SEÎDÊ KIR

Di doza ku ji bo eşkerekirina cihê definkirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî hatibû vekirin de, Wezareta Karên Navxweyî, daxwaza redkirina dozê ??kir.

WEZARETA NAVXWEYÎ DAXWAZA REDKIRINA DOZA ŞÊX SEÎDÊ KIR

Di doza ku ji bo eşkerekirina cihê definkirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî hatibû vekirin de, Wezareta Karên Navxweyî, daxwaza redkirina dozê ​​kir.

Baroya Amedê, Komeleya Çand û Piştevanîyê ya Perwerdehîyê ya Şêx Seîd û nevîyê Şêx Seîd Kasim Firat, di 15'ê Nîsanê de ji bo eşkerekirina cihê definkirina Şêx Seîd û 46 kesên ku di sala 1925'an de li Amedê hatibûn îdamkirin, serî li 5'emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê dabûn. Dadgehê serlêdanê qebûl kir û ji Wezareta Karên Navxweyî xwest ku di nava 30 rojan de, hemû agahî û belgeyan bişîne. Li alîyê din wezaretê li şûna ku belge û agahîyên di derbarê bûyerê de ji dadgehê re bişîne, tenê parastin pêşkêş kir. Wezaretê îdîa kir ku ew ne alîyeke "dijminatî" ye ne û ev daxwaz "nebûna bingeheke qanûnî" ye, daxwaza redkirina eşkerekirina cihê gorên Şêx Seîd û 46 kesan kir.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.