NÛÇEYÊN KURDÎ

WHO: BÛYERÊN TUBERKULOZÊ PIŞTÊ ÇEND SALAN DÎSA ZÊDE DIBIN

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku piştî salan bûyerên tuberkulozê zêde bûne.

WHO: BÛYERÊN TUBERKULOZÊ PIŞTÊ ÇEND SALAN DÎSA ZÊDE DIBIN

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku piştî salan bûyerên tuberkulozê zêde bûne. Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji teref rêxistinê ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku di sala 2021an de li dinyayê ji 10 milyonî zêdetir kes bi nexweşiya tuberkulozê ketine û ev rêje li gor sala 2020an ji sedî 4,5 zêde bûye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku sal par 1,6 milyon kes ji ber nexweşiya tuberkulozê mirine û ji 450 hezarî zêdetir kes jî bi nexweşiya tîrêjê ketine. Hat ragihandin ku heta sala 2020’an hejmara nexweşên tîrêjê her ku çû kêm bû, lê ji sala 2021’an ve dîsa zêdebû. Hat diyarkirin ku di sala 2020an de bandora koronayê ya li seranserê cîhanê, bandor li ser bûyerên tuberkulozê kir û tevahî giraniya pergala tenduristiyê ya cîhanî ji bo tekoşîna dijî koronayê rê li ber teşhîs û dermankirina nexweşiyên tuberkulozê girt. Serokê Sendîkaya Tuberkulozê dibêje bi derketina şewba koronayê re, berxwedan û pêşketinên bi salan li dijî tuberkulozê hatine kirin winda bûne.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.