NÛÇEYÊN KURDÎ

WHO: LI TIRKÎYEYÊ HEJMARA RASTÎ YÊN KU JI BER COVÎD-19'Ê JIYANA XWE JI DEST DANE 264 HEZAR IN

Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku, bi rêbazeke nû ya ku ji bo hesabkirina hejmara rast a mirovên ji ber Covîd-19ê jiyana xwe ji dest dane, li cîhanê nêzî 15 mîlyon in.

WHO: LI TIRKÎYEYÊ HEJMARA RASTÎ YÊN KU JI BER COVÎD-19'Ê JIYANA XWE JI DEST DANE 264 HEZAR IN

Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku, bi rêbazeke nû ya ku ji bo hesabkirina hejmara rast a mirovên ji ber Covîd-19ê jiyana xwe ji dest dane, li cîhanê nêzî 15 mîlyon in. Di tabloya heftane ya dawîn a Covîd-19ê ya li ser malpera înternetê ya Wezareta Tenduristîyê de, hejmara mirîyan derket 97 hezar û 666an. Hesabkirina WHO destnîşan dike ku hejmarên rastîn 2,7 qet zêdeyî daneyên fermî ne. Li gor hesabê Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê, hejmara rasteqîn a kesên ji ber Covîd-19ê li Tirkîyeyê jiyana xwe ji dest dane bû 264 hezar.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.