NÛÇEYÊN KURDÎ

XANÎYÊN KOM ÊN TAXA TALAYTEPE 10 ROJ E BÊ CEYRAN E

Welatîyên li Taxa Talaytepe ya navenda Amedê dijîn 10 roj e bê ceyran man.

XANÎYÊN KOM ÊN TAXA TALAYTEPE 10 ROJ E BÊ CEYRAN E

 

 

 

Hat dîyarkirin ku li Taxa Talaytepe ya Navçeya Kayapinara Amedê 10 roj e li Xanîyên Kom ên ku li hember Stadyuma Amedê ne, ceyran tune.

Welatîyekî ku xwe gîhandîye Navenda Nûçeyan a Amed Radyo TV’yê dîyar kir ku di encama teqîna trafoya elektrîkê de 10 roj e Şîrîketa Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ceyran nade wan.

Welatî bi lêv kir ku zarok bi lembeyan dixwînin û wiha got: “Zarokên me diçin dibistanê lê di tarîyê de nikarin bixwînin.

Welatîyên li Xanîyên Kom îdîa kirin ku wan banga bi lezgînî li DEDAŞ'ê gerîyane lê heta niha tu bersiv negirtine.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.