NÛÇEYÊN KURDÎ

XEBATKARÊN DÎYANETÊ DEMA TEQAWÎDÎYÊ DE JÎ BI ÎMTÎYAZE

Tabloya meaşê ku ji bo personelên teqawîdbûyî yên Serokatîya Dîyanetê were dayîn hat hînbûn. Eşkere bû ku eger Alî Erbaş teqawîd bibe wê 65 hezar TL mûçeya teqawîdîyê û milyonek 548 hezar TL jî îkramîye werbigire.

XEBATKARÊN DÎYANETÊ DEMA TEQAWÎDÎYÊ DE JÎ BI ÎMTÎYAZE

 

Li gorê tabloya ji bo mûçeya teqawîdan û îkramîyeya ji alîyê Midûrîyeta Giştî ya Çavkanîyên Mirovî ya Serokatîya Karên Dîyanetê ve hatîye amadekirin; di dema teqawîdîyê de jîyaneke bi îmtîyaz li benda xebatkarên payebilind ên Dîyanetê ye.

Li gor tabloya ku Mustafa Bîldîrcîn ji BîrGûnê bi dest xistîye, heke Serokê Karên Dîyanetê Alî Erbaş piştê temamkirina 40 salan teqawîd bibe wê mûçeya teqawîdîya wî bibe 65 hezar û 878 TL. Erbaş heke di sala 2024an da teqawîd bibe wê jê re milyon û 548 hezar û 430 TL îkramîyeya teqawîdbûnê bê dayîn. Personelên ku di meqamên jor ên Dîyanetê de dixebitin wê herî kêm wek 26 hezar 527 TL, herî bilind jî wek 65 hezar û 878 TL mûçeya teqawîdîyê bistînin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.