NÛÇEYÊN KURDÎ

XEBATKARÊN TENDURISTÎYÊ 2 ROJAN DEV JI KAR BERDIDE! “EM DENGÊ XWE BILIND DIKIN!

Platforma Tenduristîyê ya Amedê, berîya muzakereyên Peymana Kar a Komî (TÎS) ya ku îro dest pê kiribûn, daxuyanîyeke çapemenîyê da û dîyar kir ku wan ji bo 2 rojan dest bi grevê kirine û maf û daxwazên xebatkarên tenduristîyê ragihandin.

Xebatkarên tenduristîyê yên li seranserê Tirkîyeyê bi daxwaza mafên xwe yên şexsî, dest bi 2 rojan rawestana kar kirin.

Platforma Tenduristîyê ya Amedê li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyûbî ya Amedê, daxuyanî da û dîyar kir ku ji bo hemû daxwazên konfederasyona wan a KESK’ê şandine maseya TÎS’ê, û bi taybet ji bo daxwazên xwe yên bingehîn wê têkoşîna xwe bidomînin.

Çalakîya rawestandina kar wê du rojan, îro û sibe bidome û di dema çalakîyê de polîklînîk xizmetê nadin. Servîsên hawarçûnê wê tevle rawestana kar neyê kirin û wê tedawîya nexweşên lezgîn berdewam bike.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.