NÛÇEYÊN KURDÎ

XEBATKARÊN TENDURISTÎYÊ LI QADA DERÎYÊÇÎYA DAXUYANÎ DAN

Platforma Tenduristîyê ya Amedê, Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê û gelek rêxistinên ked û pîşeyî yên bajêr, ji bo mafên şexsî û şert û mercên xebatkarên tenduristîyê bên başkirin, li Qada Derîyêçîya hatin cem hev.

Li ser navê Platforma Tenduristîyê ya Amedê Hevseroka Şaxa SES'ê ya Amedê Yildiz Ok Orak daxuyanî da û dîyarkir ku piştê bi mehan, bi pêşnûmeya qanûnê ya nû, tinazê xwe bi kedkarên tenduristîyê kirin. Orak di berdewama axaftina xwe de wiha got; “Em ew in ku bi çîrokeke bi mehane hatine paşguhkirin, keda wan hatîye tunekirin û pîşeya wan hatîye bêqîmetkirin. Tevî van hemû neyînîyan jî em dibêjin hewldan ya me ye, gotin ya me ye.”

Li ser navê Platforma Şaxên KESK'ê ya Amedê jî Berdevkê Demê yê KESK'ê Siraç Çelîk, daxuyanîyê xwend. Çelîk, dîyarkir ku TÛÎK’ê dêvla ku rewşa hilberîn û xerckirina welêt dîyar bike, wek şirîkê hikûmetê tevdigere û bi polîtîkayên ku tên meşandin, aborîya welêt têk çûye. Çelîk; “Bi zêdebûna ‘peymana kolektîf’ û cudahîya enflasyonê re zêdebûna meaşên me tenê ji sedî 44 ma. Tevî vê tabloya tarî jî, berdevkên hikûmetê di her firsendê de xwe li pişt hincetên 'Enflasyon li hemû cîhanê rekor dişikîne' vedişêrin."

Piştê daxuyanîyê xebatkarên tenduristîyê bordroyên xwe ya meaşê şewitandin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.