NÛÇEYÊN KURDÎ

XEBATKARÊ TENDURISTÎYÊ KU LI FARQÎNÊ QEZA KIR, REHMET KIR

Li Farqînê di qezaya trafîkê de xebatkarê tenduristîyê jîyana xwe ji dest da. Qeza li Kolana Amedê ya navçeya Farqînê ya Amedê pêk hat.

XEBATKARÊ TENDURISTÎYÊ KU LI FARQÎNÊ QEZA KIR, REHMET KIR

 

Li Farqînê di qezaya trafîkê de xebatkarê tenduristîyê jîyana xwe ji dest da. Qeza li Kolana Amedê ya navçeya Farqînê ya Amedê pêk hat.

 

 

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin Muhammet Emîn Karakuş ê ku bi motosîkleta xwe hewl dida ji kamyona ku di rê de diçû derbas bibe kontrola xwe winda kir û li siwareya sekinandî qelibî.

 

Karakuş ê ku ji ber derba qezayê pekîya û ket binê kamyonê, jîyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku Karakuş li navçeyê ajokarê ambûlansê bû û nêzê 2 meh berê ji Stenbolê hat û li Farqînê dixebitî. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.