NÛÇEYÊN KURDÎ

XEBATKARÊ TENDURISTIYÊ KU RASTÎ ÊRÎŞÊ HATIBÛ MIR

Li Qoserê ya navçeya Mêrdînê, xebatkarekî tendûristîyê ku rastî êrîşê hatibû jîyana xwe ji dest da.

XEBATKARÊ TENDURISTIYÊ KU RASTÎ ÊRÎŞÊ HATIBÛ MIR

Bûyer do êvarê li Qosera navçeya Mêrdînê qewimî. Li gor îdîayan di navbera ferdên du malbatên ku berî niha husumet di nava wa de hebûye, piştê niqaşê di navbera wan de pevçûn çêbû. Di bûyerê de mamosteyê bi navê F.K bi tivingê Dervîş Kavakê 28 salî ku xebatkarê navenda banga lezgînî ye giran birîndar kir.

Kavakê ku rakirin nexweşxaneyê digel hemû midaxeleyan jîyana xwe ji dest da. Gumanbarê bûyerê F.K hat bin çav kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.