NÛÇEYÊN KURDÎ

XIZMÊN GIRTÎYAN: EM DAXWAZÊN XWE DUBARE DIKIN

Li Amedê ji bo azadîya girtîyên nexweş û girtîyên ku berdana wan hat betalkirin, çalakîya Nobeda Edaletê hatibû destpêkirin.

XIZMÊN GIRTÎYAN: EM DAXWAZÊN XWE DUBARE DIKIN

Li Amedê ji bo azadîya girtîyên nexweş û girtîyên ku berdana wan hat betalkirin, çalakîya Nobeda Edaletê hatibû destpêkirin. Çalakî, di roja 184’emîn de berdewam kir. Xizmên girtîyan, îro li ber avahîya Sazîya Tiba Edlî (ATK) hatin cem hev û daxuyanî dan. Xizma girtîyek ya bi navê Herdem Merwanî, dîyarkir ku ev 7 meh in nobedê digirin û wiha berdewamkir; "Em westiyane, lê em ê her tim daxwazên xwe dubare bikin. Kî çi dike, bila îro bike. Ji ber ku rewşa girtîyên nexweş ne baş e. Rewşa bavê min jî ne baş e. Em malbatên girtîyan, me tenê behsa rewşa xwe nekir. Me ev yek wekê şerm dît. Ji ber ku ev pirsgirêkeke giştî ye. Ev pirsgirêk ne tenê ya me ye, pirsgirêkeke civakî ye. Em daxwazên xwe dubare dikin, em di van daxwazên xwe de israr dikin.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.