GÜNDEM

XIZMÊN WENDAYAN DI HEFTEYA 706’AN DE AQÛBETA ABDURRAHÎM DEMÎR PIRSÎN

Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên wendayan di çalakiya xwe ya hefteya 706’emîn a ‘Bila wenda werin dîtin û faîl werin darizandin’ de aqûbeta Abdurrahîm Demîr pirsîn.

Endamê Komîsyona Wendayan a Şaxa Amedê ya ÎHD’ê Firat Akdenîz kurtejîyana Demîr xwend û wiha got: “Demîr di 17’ê Tebaxê ya 1995’an de dema diçû Edeneyê li Qereqola Şavelatê hate binçavkirin. Êvara binçavkirinê wezîfedarekî qereqolê telefonî malbata Demîr kir û got malbat dikare were Demîr bigre. Digel vê agahîyê Demîr serbest bernedan. Malbata Demîr ji bo aqûbeta Abdurrahîm Demîr serî li Qereqola Şavelatê da û qereqol bersiva: “Yekî bi navê Abdurrahîm Demîr li cem me girtî nîn e,  da.” Firat Akdenîz dîyar kir ku hemû serlêdanên hiqûqî yên malbatê bêencam bûn û ev 27 sal in jê tu agahî nayê girtin. Daxuyanî piştî çalakîya rûniştinê bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.