NÛÇEYÊN KURDÎ

XIZMÊN WINDAYAN DI HEFTEYA 690’AN DE FAÎLÊN ABDULSAMET ÇÎÇEK PIRSÎN

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan, bi daxwaza "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li ber Bîrdarîya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu, cara 690'emîn hatin cem hev.

XIZMÊN WINDAYAN DI HEFTEYA 690’AN DE FAÎLÊN ABDULSAMET ÇÎÇEK PIRSÎN

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan, bi daxwaza "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li ber Bîrdarîya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu, cara 690'emîn hatin cem hev. Xizmên windayan, nûnerên ÎHD’ê û sazîyên sivîl beşdarî çalakîyê bûn. Di vê hefteyê de jî kiryarê Abdulsamet Çîçek ê ku di 15'ê Nîsana 1992'an de hat qetilkirin, hatin pirsin û piştê daxuyanîyê, ji bo rêzgirtina Abdulsamet Çîçek û hemû windayên kiryar nediyar, çalakîya sekinandinê ya deqeyekê hat kirin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.