NÛÇEYÊN KURDÎ

XIZMÊN WINDAYAN DI HEFTEYA 696'AN DE AQÛBETA ÇAYAN ÇÎÇEK PIRSÎN

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan, bi daxwaza "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li ber Bîrdarîya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyolu, cara 696'emîn hatin cem hev.

Di çalakîyê de aqûbeta Çayan Çîçek ê di 27'ê Gulana 1994'an de hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin, hat pirsîn. Endama Lîjneya Rêveber a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Derya Yildirim, çîroka Çayan Çîçek xwend û dîyarkir ku Çîçek jî weke bav û apê xwe di girtîgehê de hatîye windakirin. Hate dîyarkirin ku Çîçek a 19 salî ku astengîya wî ya dîtinê hebû, li Gundê Dernekê yê Licê hat binçavkirin. Hat ragihandin ku Xemsa Çîçek a ku ji kur û nevîyê xwe Çayan Çîçek agahî negirt, serî li hemû sazîyên rayedar da, lê hat dîyarkirin ku wê ti encamekê bi dest nexist.

Doza Çîçek a ku li AÎHM’ê di 27ê Sibata 2001’ê de hat dîtin, bi dawî dibe. Di biryarê de heyeta dadgehê dîyar dike ku di derbarê Çayan Çîçek de tu delîlên ku hatine binçavkirin tune ne û doz bi dawî dibe. Hate ragihandin ji roja ku Çayan Çîçek di binçavkirinê de hatîye windakirin, heta niha tu agahî ji wî nayê girtin. Çalakî, ji bo Çayan Çîçek û hemû windayan bi deqeyekê çalakîya rûniştinê bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.