NÛÇEYÊN KURDÎ

XIZMÊN WINDAYAN DI HEFTEYA 777AN DE AQÛBETA OZDEMÎR PIRSÎN

Xizmên Windayan û Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Amedê, di hefteya 777'an a çalakîya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" de aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê 26 sal berê di bin çavan de hat windakirin pirsîn.

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz, bal kişand ser binpêkirinên mafên mirovan ên di sala 2023'an de hatin kirin û dîyar kir ku sala 2023'an bi pêkanînên antîdemokratîk derbas bû û binpêkirinên giran ên mafên mirovan pêk hatin.

Di çalakîya vê hefteyê de xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çîroka Mehmet Ozdemîr ê ku di 26'ê Berfanbara 1997'an de li Amedê hate binçavkirin û careke din agahî jê nehat girtin, parve kirin. Piştê îfadeyan, ji bo kesên di binçavan de bi zorê hatin windakirin û bi cînayetên kiryar nedîyar hatin qetilkirin, 1xulek çalakîya rûniştinê hat lidarxistin.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.