NÛÇEYÊN KURDÎ

XIZMÊN WINDAYAN Û ÎHD’A AMEDÊ LI FAÎLÊN HATÎCE ATALAY PIRSÎ

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê, di hefteya 761’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” de li faîlên Hatîce Atalay a di sala 1996’an de hat qetilkirin, pirsîn.

Sekreterê ÎHD’a Amedê Omer Saman di çalakiyê de axivî û da zanîn ku ew xwedî li têkoşîna Dayikên Şemiyê derdikevin û ew naxwazin zext li Dayikên Şemiyê bê kirin.

Vê hefteyê serpêhatiya Hatîce Atalay a li navçeya Pîrana Amedê di 10’ê îlona 1996’an de di encama gulebarana leşkeran de jiyana xwe ji dest da hat xwendin. Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Berfîn Elçî serpêhatiya Atalay xwend û xwest faîlên Atalay bên dîtin.

Piştê xwendina serpêhatiyê, çalakiya rûniştinê hat lidarxistin û daxuyanî bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.