NÛÇEYÊN KURDÎ

XIZMÊN WINDAYAN Û ÎHD DI HEFTEYA 767AN DE AQUBETA HUSEYÎN AYDEMÎR PIRSÎN

Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, di çalakîya hefteya 767emîn a “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" de, aqûbeta Huseyîn Aydemîr ê ku 28 sal berê di binçavan de bi zorê hat windakirin pirsîn.

XIZMÊN WINDAYAN Û ÎHD DI HEFTEYA 767AN DE AQUBETA HUSEYÎN AYDEMÎR PIRSÎN

Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê, di çalakîya hefteya 767emîn a “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" de, aqûbeta Huseyîn Aydemîr ê ku 28 sal berê di binçavan de bi zorê hat windakirin pirsîn.

Di çalakîyê de Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Omer Saman axivî û got, “Weke ku em hemû jî dizanin, li Rojhilata Navîn em di nava tola şer, wêranî û êşeke mezin re derbas dibin. Weke Komeleya Mafên Mirovan ji bo bidawîkirina vî şerê em têkoşîna xwe didomînin.

Duh hemû şaxên me di heman demê de ji Sekreterê Neteweyên Yekbûyî û Komîserîya Bilind a Mafên Mirovan re name şandin. Me di nameya xwe de banga destwerdana lezgîn ji bo bidawîkirina şeran, ji bo bidawîkirina wêranîya mezin bi taybetî li Gazeyê û pêşîgirtina li sûcên li dijî mirovahîyê kir. Em dixwazin li vir careke din dubare bikin. Şer wêranî ye, ji kerema xwe pêşî li vê wêranîyê bigirin

." Endama Komîsyona Lêkolîna Kiryarên Nedîyar û Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Parêzer Berfîn Elçî çîroka Huseyîn Aydemîr parve kir û dîyar kir ku Aydemîr ê 34 salî û bavê 6 zarokan ji ber zextên li ser gundê Tûtê ya Navçeya Licê, koçê Stenbolê kirîye, di 19ê Cotmeha 1995an de di binçavkirinê de bi zorê hatîye windakirin û carek din jê ti agahî nehatîye girtin.

Elçî dîyar kir ku dayîka Aydemîr Asîye Aydemîr bi salan li benda xebera saxbûna kurê xwe bû û wiha axivî: "Mixabin Dayîka Asîye jî wek Dayîka Berfo, Dayîka Fatma, Dayîka Elmas, Dayîka Meryem ku li benda gihîştina zarokên xwe bûn, bi çavên vekirî ji vê jîyanê koça dawî kir.

Çiqas sal derbas bibin jî; em ê dest ji lêgerîna edaletê ya Dayîka Asîye, ji bo Huseyîn Aydemîr û hemû windahîyên xwe bernedin." Çalakîya Xizmên Windayan a vê hefteyê bi çalakîya yek deqe rûniştinê ya ji bo bîranîna kesên hatine windakirin û di bin çavan de hatin qetilkirin, bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.