NÛÇEYÊN KURDÎ

XIZMÊN WINDAYAN Û ÎHD LI AQÛBETA HECÎ AHMET ER Ê 28 SAL E WENDA YE PIRSÎ

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 758’an a çalakîya “Bila windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin” de li aqûbeta Hecî Ahmet Er ê ku 28 sal in tu agahî jê nayên wergirtin pirsîn.

Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Ercan Yilmaz, di daxuyanîyê de axivî û wiha got, “Di salên 90’î de li herêmê bi hezaran windakirinên bi darê zorê û kuştinên kiryarê wan nedîyar, ji alîyê hin hêzên girêdayî dewletê ve hatin kirin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan derbarê vê serdema tarî de li hin deveran qadên bîranînê ava dikin.

Îro jî salvegera tayînkirina qeyûmê li Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê di 19’ê Tebaxa 2019’an de ye.

Bi Rewşa Awarte ya ku piştê Hewldana Derbeya 15'ê Tîrmehê derket holê, veguherî polîtîkaya qeyûman. Em careke din bang dikin, ji bo bi paşerojê re muhasebe bibin û ji bo çareserîya aştîyane û adil a pirsgirêka Kurd dev ji polîtîkayên ewlehîyê yên berdin. Vegere civakê û guh bide daxwazên wan."

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.