NÛÇEYÊN KURDÎ

XIZMÊN WINDAYAN Û ÎHD VÊ HEFTE AQUBETA TEKDAG PIRSÎN

Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di çalakîya “bilan winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” de derbarê aqubeta kesên di binçavan de hatin windakirin û darizandina failên qetlên nedîyar de vê heftê jî pirsên xwe anîn ziman.

XIZMÊN WINDAYAN Û ÎHD VÊ HEFTE AQUBETA TEKDAG PIRSÎN

Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di çalakîya “bilan winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” de derbarê aqubeta kesên di binçavan de hatin windakirin û darizandina failên qetlên nedîyar de vê heftê jî pirsên xwe anîn ziman.

Di çalakîya vê hefteyê de aqûbeta Alî Tekdag ê di 13'ê Mijdara 1994'an de di girtîgehê de hat windakirin hat pirsîn. Hevjîna Tekdag Hatîce Tekdag û xwişka wî Îffet Muttaş jî beşdarê çalakîyê bûn. Çîroka windakirina Tekdag ji alîyê Endama Lîjneya Rêveber a ÎHD'ê ya Amedê Jîyan Ormanli ve hat parvekirin.

Ormanli, dîyar kir ku Tekdag zewicandî ye û bavê 7 zarokan e û li navenda Amedê xedîyê pastexaneyê bûye û axaftina xwe wiha domand: "Alî Tekdag ê ku di sala 1982'an de bûbû endamê Partiya Demokrasiyê û bi hinceta ‘endamê rêxistinê ye’ hatibû binçavkirin, paşê jî hatibû girtin û wî avêtibûn girtîgeha Amedê ya Jimara 5'an a girêdayê fermandarîya Rewşa Awarte.

Alî Tekdag demek dirêj li girtîgehê dimîne û di sala 1985'an de tê berdan. Alî Tekdag ê her tim dihat şopandin û bi ser mala wî de dihat girtin, bi malbatî mala xwe bar kiribû û çûbû Îzmîrê. Lê belê piştê demekê vegerîya Amedê. Dîsa rastê zext û gefan hat." Ormanli, anî ziman ku birayê Alî Tekdag Mehmet Tekdag jî di 12'ê Sibata 1993'an de di encama kiryarê nedîyar de hat qetilkirin û wiha berdewamkir: " Alî Tekdag ji roja ji girtîgehê derdikeve û heta sala 1994'an ku tê wenda kirin, 19 caran tê binçavkirin.

Di her binçavkirinê de bi îşkenceyên giran rû bi rû dimîne. Alî Tekdag ê ku di 13’ê Mijdara 1994’an de tevê hevjîna xwe Hatîce Tekdag re ji bo dan û standinê diçe Derê Çîya û liwir tê binçavkirin. Ji ew roj vir ve ti agahî jê nayê girtin.” Çalakîya Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD'a Amedê ya vê hefteyê bi çalakîya yek deqe rûniştinê ya ji bo bîranîna kesên hatine windakirin û di bin çavan de hatin qetilkirin, bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.