NÛÇEYÊN KURDÎ

XIZMÊN WINDAYAN LI FAÎLÊN TAŞTEKÎN PIRSÎN

ÎHD’a Amedê û Xizmên Windayan çalakîya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 759an de berdewam kirin û li faîlên Mûhyettîn Taştekîn ku li Mûşê hatîye qetilkirin, pirsîn.

XIZMÊN WINDAYAN LI FAÎLÊN TAŞTEKÎN PIRSÎN

ÎHD’a Amedê û Xizmên Windayan çalakîya xwe ya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” di hefteya 759an de berdewam kirin û li faîlên Mûhyettîn Taştekîn ku li Mûşê hatîye qetilkirin, pirsîn.

 

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan di hefteya 759’an de li ber Bîrdarîya Jîyanê ya Parka Koşuyoluyê ya li navçeya Rezana Amedê berdewam kir. Di çalakîyê de pankarta wêneyên kesên hatine qetilkirin û windakirin li ser bû, hat vekirin û wêneyên windayan hatin hildan. Malbatên kesên hatine qetilkirin û windakirin, rêveberên ÎHD’ê, nûnerên sazîyên sivîl tev li çalakîyê bûn. Vê hefteyê li faîlên Muhyettîn Taştekîn ê di sala 1993'yan de li Mûşê hatibû qetilkirin, hat pirsîn. 

 

 

Di çalakîyê de Serokê ÎHD ya Şaxa Amedê Ercan Yilmaz axivî û destnîşan kir ku Dayikên Şemîyê ji 27’ê Gulana 1995’an ve li Qada Galatasarayê çalakîya xwe berdewam dikin. Yilmaz anî ziman ku di vê pêvajoya nêzî 30 salan de xizmên windayan, parêzvanên mafan, rêxistinên cavaka sivîl, hiqûqnas, hekîm hwd. gelek beşên civakê bênavber alîkarîya çalakîya Dayikên Şemîyê kirine. Yilmaz da zanîn ku ev demeke çalakîya Dayikên Şemîyê ya edaletê tê astengkirin û got: "Em axaftinên desthilatê yên berê ku ji bo çalakîya Dayikên Şemîyê gotine dîsa tînin bîra wan û em ji wan re dibêjin ku demildest dets ji vê kiryarê berdin. Tirkîye ji sala 2015’an ve bûye cihekî ne ewle û her roj jî ber bi cihekî nebawer ve diçe. Welatîyên niha li Tirkîyeyê dijîn xwe di ewlehîyê de hîs nakin. Tiştê ku bê kirin, zêdetir demokrasî, zêdetir mafên mirovan."  

 

 

Endamê Desteya Rêveberîya ÎHD ya Şaxa Amedê Berfîn Elçî got ku 5’ê tebaxa 1993’yan komeke mirovên biçek ketine mala Mûhyettîn Taştekîn ya li Mûşê û ew derxistine ber derî. Elçî anî ziman ku koma biçek nehiştine malbat derbikeve ber derî û Taştekîn tenê li ber derî dane sekinandin. Elçî da zanîn ku piştê dengê sîlehan malbat derketîye derve û dîtine ku Taştekîn di nava xwînê de li erdê ye û koma bi çek jî ber bi Fermandarîya Alaya Cendirmeyan ve dibezin, di navbera mala Taştekîn û Fermandarîya Cendirmeyan de 800 metre heye.

Elçî beyanên kurê Mûhyettîn Taştekîn, Nîhat Taştekîn ê  ku bûyer ji bo ÎHD’ê vegotîye wiha bi lêv kir: “Nîhat Taştekîn dibêje ku berîya vê bûyerê jî çend caran bavê wî ji alîyê polîsên sivîl ve hatîye şopandin û ew bi xwe jî carekê bûye şahidê vê yekê. Taştekîn, dibêje ku bavê wî di nava kurdan de mirovekî qedirbilind bû û di nava sîyaseta kurdan de roleke wî ya aktîf hebû. Taştekîn, anîye ziman ku bavê wî berîya bê qetilkirin çûye Almanya û Fransa û mehekê piştî vegera wî hatîye înfaz kirin. Taştekîn, da zanîn ku piştî înfaza bavê wî 2 roj şûnde TRT nûçeyekê çêdike û dibêje ku ‘Mûhyettîn Taştekîn PKK’ê înfaz kirîye.’ Taştekîn, destnîşan kir ku piştî vê nûçeyê PKK’ê bi xwe daxuyandîye ku tu têkilîya PKK’ê bi kuştina Taştekîn tune ye. Taştekîn, di dawîyê de dibêje ku piştî mirina bavê wî darizandineke bibandor nehatîye kirin.”

 

Çalakîya Xizmên windayan ya vê heftê ji bo Taştekîn û kesên hatine qetilkirin û windakirin deqeyekê çalakîya rûniştinê pêk anîn û çalakî bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.