NÛÇEYÊN KURDÎ

XIZMÊN WINDAYAN VÊ HEFTEYÊ KIRYARÊN KAZAK Ê 13 SALÎ PIRSÎN

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 697’an de, bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” careke din li ber Bîrdarîya Mafê Jîyanê ya li Parka Koşuyolu hatin cem hev.

XIZMÊN WINDAYAN VÊ HEFTEYÊ KIRYARÊN KAZAK Ê 13 SALÎ PIRSÎN

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 697’an de, bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin” careke din li ber Bîrdarîya Mafê Jîyanê ya li Parka Koşuyolu hatin cem hev.

Di vê hefteyê de çîroka Serhat Kazak ê 13 salî ku di Hezîrana 1992'an de li navçeya Şemzînan a Colemêrgê hat qetilkirin û cenazeyê wî li ber mala wî hat hiştin, hat xwendin. Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Firat Akdenîz çîroka Kazak xwend. Akdenîz; “Serhat Kazak di dibistanê de pûşîyek kesk, sor û zer li xwe dike. Qeymeqamê serdemê ferman dide polîsan ku pûşîyê ji stûyê Serhat derxin, lê Serhat li dijî vê yekê derdikeve. Piştê bûyerê ji Serhat xeber nayê girtin û cenazeyê wî li ber derî tê dîtin. Li gor agahîyên malbatê, karkerên înşaetê li wê herêmê dîtine ku polîs cenazeyê Serhat avetine ber malê, lê karker ji tirsa bêdeng mane. Li alîyê din rayedar ragihandine ku ceyranê ew girtîye û Serhat bi vê awayî jîyana xwe ji dest daye. Lê li gor daxuyanîya malbatê, ev demeke dirêj e ceyran li navçeyê tune bû.”

Akdenîz, ragihand ku piştê bûyerê apê Serhat çûye dibistanê ku polîs lê diman û li wir kabloya elektrîkê ya ku dane Serhat, şopên xwînê û heta porê wî yên ku bandora elektrîkê ya bilind hat birîn, dîtine.

Akdenîz wiha berdewam kir; “Tevî van hemûyan jî ti gav nayê avêtin. Otopsîya cenazeyê Serhat ê ku hat qetilkirin nayê kirin. Ji wê rojê û vir ve kiryarên Serhat Kazak nehat dîtin.” Piştê çalakîya rûniştinê ya ji bo hemû kesên winda û faîl nehatin dîtin, daxuyanî bi dawî bû.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.