NÛÇEYÊN KURDÎ

XIZMÊ NEXWEŞEKÎ DI SERWÎSA LEZGÎNÎ DE ÊRÎŞÊ BIJÎŞK KIR! POZÊ WÎ ŞIKEST

Bijîşkê ku li Rihayê di beşa lezgîn de dixebitî di encama êrîşa xizmên nexweş de pozê wî şikest.

XIZMÊ NEXWEŞEKÎ DI SERWÎSA LEZGÎNÎ DE ÊRÎŞÊ BIJÎŞK KIR! POZÊ WÎ ŞIKEST

Bijîşkê ku li Rihayê di beşa lezgîn de dixebitî di encama êrîşa xizmên nexweş de pozê wî şikest. Bûyer doh êvarê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê pêk hat. Hat îdiakirin ku dema Bijîşkê Pispor Orhan Hagî nexweşek tedawî dikir xizmê nexweşekî din tê û dibêje, "Nexweşê min rewşa wî xerabtir e, pêşî li nexweşê min binêre.”

Nîqaşa ku di navbera bijîşk û xizmên nexweş de dest pê kir veguherî êrîşê. Piştî bûyerê hat dîyarkirin ku polîsan êrîşkar binçav kirine. Derbarê bûyerê de Serokê Şaxa Odeya Tabîban a Rihayê bijîşk Bûlût Ezer daxuyanî da û wiha got, “Ger qanûna tundîyê ya di tenduristîyê de bi bandor were tetbîqkirin, divê ev kes bê darizandin.

Me gelek caran diyar kirÎye ku qanûnên hatine derxistin têrê nakin û bi navê reforma spî hewl nade ku pêşî li tundîyê bigire. Ev yek ji encamên bûyerên qewimî ye."

Her wiha Ezer da zanîn ku emelîyata Orhan Hagî serkeftî derbas bûye û wiha got: “Rewşa wî ber bi başbûnê ve diçe, lê ji alîyê derûnî ve di bin bandorê de ye. Em êrîşê şermezar dikin û ji bijîşkê xwe re şîfayê dixwazin." Hat hînbûn ku Orhan Hagî di 17ê Hezîrana 2022an de jî, ji alîyê xizmên nexweşekî ve rastê êrîşekê hatîye.

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.