NÛÇEYÊN KURDÎ

XIZMETÊN OTOBÛSÊ DI TAXA OZEKLÎ DE DÎSA HAT DEST PÊ KIRIN

Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, seferên otobûsên Taxa Ozeklî ji nû ve da destpêkirin.

XIZMETÊN OTOBÛSÊ DI TAXA OZEKLÎ DE DÎSA HAT DEST PÊ KIRIN

Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, seferên otobûsên Taxa Ozeklî ji nû ve da destpêkirin. Midûrîyeta Giştî ya Çûnûhatinê, seferên "Otogara Navçeyê-Taxa Ozeklî" ya ku ji ber Kovîd-19’ê hatibûn sekinandin, rojê 2 caran bi yek wesayîtê ji nû ve da destpêkirin. Sefera ewil wê sibê saet di 07:00an de, ji Otogara Navçeyê bê kirin. Sefere ewil ya ji Taxa Ozeklîyê, wê saet di 08:30an de be. Seferên duyemîn jî wê saet di 16:00an de ji otogara navçeyê derkevin û ew ê saet di 17:30an de ji Taxa Ozeklî derkeve.

Hat dîyarkirin ku sefera otobûsê wê wiha be;

Otogara Navçeyê - Nexweşxaneya Jineolojîyê - Ceylan AVM – Kantar – Tesîsler - Nînovaya AVM - Seyrantepe – Taxa Yukarı Kılıçtaş – Taxa Karaçalı - Taxa Büyükkadı – Taxa Ağaçlıdere – Taxa Buyukakoren – Taxa Ozeklî

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.