GÜNDEM

XIZMETA BELAŞ YA OTOBUSÊN GIŞTÎ YA JI BO EXTYARAN BIDAWÎ BÛ

Otobusên Giştî yên Taybet ji bo welatîyên ji 65 salî mezintir xizmeta veguhestina bêpere bi dawî kirin.

XIZMETA BELAŞ YA OTOBUSÊN GIŞTÎ YA JI BO EXTYARAN BIDAWÎ BÛ

Otobusên Giştî yên Taybet ji bo welatîyên ji 65 salî mezintir xizmeta veguhestina bêpere bi dawî kirin.

Ji ber şert û mercên aborî, lêçûna zêde û bihayê mazotê, Otobusên Giştî biryar da ku di meha cotmehê de li Tirkîyeyê xizmeta ji 65 salî re hatinûçûna navbajêr ya bêpere ya bi dawî bike.

Hat îdiakirin ku ev biryar ji ber Şaredarîya Bajarê Enqereyê hatîye girtin.

Şaredarîya Bajarê Enqereyê derbarê îdiayên mijarê de li ser medyaya civakî daxuyanîyek da û wiha got, “Ev biryar ne li Enqereyê, li tevahîya Tirkîyeyê hatîye girtin.

Ew ne biryara şaredarîyê ye, biryara Komeleya Otobusên Giştî ya Taybet e.

Sedema biryarê ne ew e ku Şaredarîya Enqereyê piştgirîyê nade, sedema wê aboriya xirab û bilindbûna bihayê mazotê ye.

Daxwaza kesên ku biryar girtine, ji bo welatiyên ku bêpere siwar dibin desteka ku wezaret dide zêde bikin.

Destûra veguhastina belaş, bi qanûnê tê destnîşankirin. Şaredarî nikare mudaxeleya wê bike.”

Paylaş :

Size daha iyi hizmet sunabilmek için çerezleri kullanıyoruz. Çerezlerle ilgili detaylı bilgi için Çerez Politikamızı ziyaret edebilirsiniz.